The Turkish Presidency has announced that the 2026 Presidential Culture and Arts Grand Awards will be presented in honor of the Kurdish poet Ehmede Xani, Avesta Publishing house stated on Sunday.
The award will be accepted on his behalf by Abdullah Keskin, owner of Avesta Publishing.
Ehmede Xani was a Kurdish poet and mystic best known for his work Mem û Zîn.
Read More: The Ehmede Xani Yearbook
Written toward the end of the 17th century, Mem û Zîn is regarded as an important work in the development of Kurdish national thought.
Published in 1692, Mem û Zîn is an epic poem of cultural, literary, and historical importance; it is often considered the Kurdish Romeo and Juliet, just as Xani is sometimes considered the Kurdish Shakespeare.
Serokomarîya Tirkîyê ragihand ku di Xelatên Mezin yên Kultûr û Sanatê yên 2026an da Xelata Wefayê dide Ehmedê Xanî. Vê xelata wefayê, li ser xatiraya Ehmedê Xanî dikê xwedîyê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin bistîne. Şair û mitesewifê mezin Ehmedê Xanî ji eserên xwe ya pir bi Mem û Zînê tê naskirin. Ehmedê Xanî ew eser talîya sedsala 17an ra nivîsîye. Derdorên entelektuel, Ehmedê Xanî bi gotinên di vê eserê da wî rêberê miletperwerîya Kurdan dihesibînin. Bifikir ji ‘Ereb heta ve Gurcan Kurmancî ye bûye şubhê burcan Ev Rûm û ‘Ecem bi wan hesar in Kurmancî hemî li çar kenar in Ehmedê Xanî di MemûZînê da bi van gotinan dibêje Kurmanc di orta Osmanli û Îranê da ji hev parçe bûne, perîşan ketine. Tevî ku bi Kurmancan ra hîmet, xîret, celadet heye jî dibêje Ehmedê Xanî, dibêje jiber ku ew ji xwendinê, ji kitaban dûr in ji vê rewşa xerab dernakevin. Enwa‘ê milel xudankitêb in Kurmanci tenê di bê hisêb in Ser sebeba nivîsîna Mem û Zînê, Ehmedê Xanî dibêje, da xelqi nebêjitin ku Ekrad, bê merîfet in, bi esl û bunyad. Weşanxaneya Avesta ji talîya 1995an vir va, da Kurd xudankitêb bin û da xelqi nebêjitin ku Kurd bê merîfet in, bi esl û bunyad, bêtir bi Kurdî û Tirkî, lê bi Îngilizî û Fransî jî kitaban derdixe. Jiber şertên Tirkîyê heta niha ser bi dehan kitabên Weşanxaneya Avesta doz hatine vekirin, hinekên wan hatine yasaxkirin, hinekan ceza xwarine. Tevî hemî zordarîyan jî Weşanxaneya Avesta li ber xwe daye û heta vê Xelata Wefayê ya Serokomarîyê Tirkîyê ya bo Ehmedê Xanî maye. Hêjayî bîrxistinê ye, AAPê, Yekîtîya Weşangerên Amerîkayê jî, Xelata Azadîya Weşangerîyê ya Navneteweyî ya 2026an dabû Weşanxaneya Avesta. AAPê sala 2005an jî ew xelat dabû Weşanxaneya Avesta ku di tarîxa AAPê da cara pêşî weşanxaneyak du caran vê xelatê distîne. Perxudres Podcast https://t.co/2R4m1Ogziy
— Avesta Yayınları (@avestayayin) November 1, 2026
In October, the Association of American Publishers also awarded Avesta Publishing House, which is based in Türkiye, the 2026 AAP International Freedom to Publish Award.
Avesta Publishing was founded in Istanbul in 1995 by Kurdish intellectuals.
A seasoned reporter and analyst who specializes in Kurdish affairs.